YAZILAR Haber Girişi : 21 Haziran 2010 12:22

Yazarımız Ciziri Rudaw'a Ropörtaj verdi

Yazarımız Ciziri Rudaw'a Ropörtaj verdi
Kürt Aydın - Yazar ve Nusaybinim.com'un Başyazarı Şerefxan Ciziri, Avrupa'da Kürtçe, İngilizce, Arapça ve Almanca dillerinde yayın yapan Rudaw Gazetesi ve Web sitesine röportaj verdi.
Kürt Aydın - Yazar ve Nusaybinim.com'un Başyazarı Şerefxan Ciziri, Avrupa'da Kürtçe, İngilizce, Arapça ve Almanca dillerinde yayın yapan Rudaw Gazetesi ve Web sitesine röportaj verdi. Şengül Oğur'un yaptığı röportaj şöyle;
 
Rewşenbîrên Kurd Bi Çavekî Îdealîzekirî Li Kurdistanê Dinerin’
Rûdawnet – Taybet: Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê Nivîskar Nivîskar Şerefxan Cizîrî, dibêje bi mebesta parçeyekî civaka xwe bide nasandin, pirtûka xwe li ser eşîrên Kurd nivîsiye.
 Tu 25 salan li derveyî welat mayî, ji nişka ve te pişta xwe da Swêd û di 2001’ê de li gel û welatê xwe, li Nisêbînê vegeriya. Çima tu vegeriya?
 Sedema herî sereke welatparêziya me ye. Em hez bikin hez nekin ev welat welatê me ye. Em nikarin bibin ji deverek din. Carinan  me henek li hevalên xwe yên Îskandinavî dikir û digot:’’Bakurê Swêd bidin me em ê li vir Kurdistanekê çêbikin!’’ Lê nabe. Koka me, zimanê me, erdnigariya me ev der e. Em ji vî welatî ne. Vî gelî gelek ked da min û diviyabû min jî ev keda wan li wan vegeranda. Û ez bi vê armancê vegeriyam.
 Rewşenbîrên me yên li derveyî welat hewl didin ku ji welatên dûr rewşa civaka xwe analîz bikin. Gelo ev çiqasî pêkan e?
 Bi ya min ev ne pêkan e. Dema ku mirov ne di nava gel de be analîzên me wê tim kêm bin û nikaribin rastiya civakê vebêjin. Mirovên me yên li Ewropa bi  çavekî îdealîst li Kurdistan û gelê kurd dinerin.
 Ev jî dibe asteng  ku em rastiyê bînin. Dema ku tu bala xwe dide tîpên di roman û çîrokên ku ji hêla wêjevanên me yên ewropî ve hatine nivisîn, dîbîne ku ew ji tîpolojiya kurd gelekî dûr in. Her wiha di warê lêkolînî û zanistî de jî nikarin analîzên li cihê xwe bikin. Ya girîng ne ew e ku mirov di serê xwe de tîpolojiyekê çêbike û bibêje, ‘’kurd wilo ne.’’ Ji dûr ve wek antronorekî futbolê tu şîretan bikî bi ya min di demek dirêj de cihê xwe nagire.
 Di berhemên rewşenbîrên me de em li kul û kesera welat rast tên. Li gel ku dikarin vegerin welatê xwe jî venagarin. Tu vê rewşê çawa dinirxîne?
 Li gel ku derfetên te yên vegerê hebin, tu astengî li pêşiya vegera te tunebin û tu bibeje ,’’Welatê kurdan, zimanê wan, wêjeya wan xweş e lê ne ji bo min. Ez ne amade me vegerim, yan jî ez venagerim.’’ Bi ya min tu neduristiyekê bi xwe re dikî. Tu bi pîvanên sincî(exlaqî) re ne durist î. Pirsgirêkek rewşenbîrên me heye: Mirov ji bo kê dinivîse? Pirtûkên te çima bi kurdî ne?  Heke nêhta wan nebe ku vegerin, heke daxwaza wan ya ku di nava miletê xwe de bibin navek nebe, bila bi swêdî binivisîn, yan jî bi fransî. Dibe ku xwendavên wan jî bêhtir çêbibin!
 Bi giştî tu li ser rewşenbiriya kurdî çi difikirî?
 Bi ya min rewşenbiriya kurdî bi raman, felsefe û zanyariya dinyayê re entegre nebûye, bi kûrahiya wê negihiştiye, ew nekiriye parçeyek ji xwe. Yekitiyek rewşenbîriya me ya ku em bikaribin pê şanaz bibin tuneye. Tevgera rewşenbiriya me, bi ya min wek pitepita li ser tenûra ye. Divê ne wilo bûya. Divê me prensîbên bingehîn ji bo xwe danîbûna û ji bo wan prensîban bixebitîna. Dijminatiya di nav rewşenbiriya kurd de, galgala di nav wan de ne berhemdar e. Li şûna ramanan, teoriyan, modelan , helwestan nîqaş bikin em li ser kesan nîqaşan dikin.
 Helbet wek takekes gelek kes hene ku xwe bi pêşxistine lê wek tevgera rewşenbirî gelek kêmasiyên me hene. Siyasetmedarên me hewl didin rewşenbîrên me ber bi xwe ve bikişînin lê dive mirov wan ne ber bi xwe ve; lê ber bi welat ve dahf bide, ber bi dozê ve dahf bide.
 Çi cudahî di navbera ji Stokholmê li welat nerîn û ji Nisêbînê li welêt nerînê de heye?
 Dema ez li Swêd bûm li gel ku dan û standin û çûn û hatina min bi welat re hebû jî ez biyaniyê welatê xwe bûm. Dema ku tu li Swêde be tu êdî swêdî yî. Ji bo ku rojnameyên wir, siyaseta wir, perwerdehiya wir dirûv dide te, tu jî dibe wek Swêdiyan û bi wî rengî li welat dinerî. Lê dema ku ez vegeriyam vir dikarim bibêjim ku ez guherîm. Li vir hîn realîsttir im. Lê dema ku tu li Kurdistanê bijî dibîne ku însanên te jihevdeketî ne, dibîne ku di hêla zanînê de pêşketinek xurt nîn e. Ev jî bike neke ramana mirov , nêzikatiya mirov diguherîne û mirov bêhtir bi kêmasiyên xwe dihise.
 Pirtûka te ya dawi “Omeriya Mirsom” li ser eşîra Omeriyan e. Te çima pêdivî bi nivisîna pirtûkek li ser eşîrê dît?
 Civaka me civakek ku ji eşîran pêk hatiye. Min xwest ez bi vê pirtûka xwe parçeyek ji civaka xwe bidim nasîn. Ku hinên din jî xebatên bi vî rengî bikin û em van xebatan bigihînin hev em ê bikaribin wêneyekî Kurdistanê derxînin. Paradoksek e; yê ku kurd û Kurdistan li ser piyan hiştî û her wiha yê ku  ji hev belav jî kirî eşîr in. Bo vê jî da ku em vê paradoksê baş fêhm bikin û wêneyekî Kurdistanê derînin, pêdivî bi xebatên wilo heye.
 Şerefxan Cizîrî di 1955’an de li Qamişlo ji dayik bûye. Ji 2001’ê ve li Nisêbînê dijî. Li Swêdê Beşa Dîroka Raman xwendiye û mastira xwe li ser vê beşê kiriye.
Berhemên wî:
Tarîh ve Uygarlık(2 cilt)
Yazarlık ve Îdeolojî
Îskandinavya Modelî
Bize Bir Felsefe Lazim
Edebiyata Devkî û Kulturî
Raman û Kultur
Omeriya Mirsom
Hevpeyvîn: Şengul Ogur / Kaynak Rudaw.net - Nusaybinim.com