• taç perde
  • düğün salonu
  • elit
  • uğur lisesi

Gelo biratiya Ereb Faris û Tirka, bi Kurdan re, bi rastiye? - 2

  • 06 Şubat 2012 14:29
  • A
  • A
Ser çava,  mademki  em kurd  ji hûndûr ê malê tên hesêp, yani  em kurd jî perçek ji ûmmetê ne û rasti jî ku perşê zêde rast jî,  emin, di nav ûmet ê de, lewra van miletê di,  Ereb ti  û İslam û Farisi ti û şia û tûrk İslam sentezi,  ji xwe re ecibandin e, ev tev hevi, ne dinê xalis û mûxlis e û ev dinê bi vi hawayi nayê qebûlkirin, [lewra  xweda  ancak din ê xalis tenê qebûl dikê} zûmer  sûresi 3. ayetin başi} me  kurda tenê dinê bi  vi rengi  ji xwe re icad nekir. Ger hinik bêjin, ji kurda  dewlet çê nebûn  di diroka islamê de. Ji ber vi qasi,  we, ev  nekir,
              Emê bêjin belê, ji me dewlet  jî  çêbûn   wek merwanîyan  ku merkeza wan
miyafarqin bû û  alikarya Alpaslan jî kirin, di  herba malazgirtê li deşta Mûşê li himber Bizansa û bi xêra  wê alikaryê, Tirk bûn xwedîyê Anadolê û wek impartorîya Eyyûbiyan ku ji me kurda bû xanedana serdest ku hikim dikir û bi xêra wan cûwamêra  welatê Ereban û qûdsa piroz  ji  destê xaçiyan derket, lê dinê van kurdan xalis û mûxlis bû, ne din ki tevhev bû, ku menfeeta terefki tenê bi parêsê.
             Gelo  çima  Ereb û Faris  û Tirk,- çekê kimyawi - dahil li hember kurda, bi her rengê silaha, kuştina  kurda  ji xwe re helal  dibinin û heta bi komkujî jî, wan dûkijin û welatê kurda  ji xwe re, kirine poligon{nişangah} İslam, izna  bi  vi hawayi, qet nadê wan, lewra  İslam, emrê bi ihtirama  huqûqa  milletan  û  wekhevîya  milletan di maf û hûqûqan de, di  ecibinê.. û ev  milletên ciran ê kurda, dûxwazin   kurda  wek tiroziyê ku bibê şiling, wan   bûgherinin,  û  maka  wan, xerabikin, û wan asimile  bikin.  Herweki   di vê riyê de zordestî û mûamela  nebaş û xerab tînin  serê kurdan.
        Milletê kurd, gerek li vê biratîya  Ereb û Faris û Tirk, ku bi deva  tenê  dibêjin  ya go qaşo biratîye, bawernebin divê têxin  serê Ereb û Faris û  Tirkan ku ew jî, wek wan xwedi maf û hûqûq û van maf û  hûqûqa,  bi nivis ê makqanûni  bidin xûya kirin û bidin qeyd û niviskirin ,  da ku maf û huqûqa wan,  bê  misoger  {garanti} kirin… lewra,  riyê, di jî vê riyê,  sedema  qaşo  biratîyê ye û gerek kurd  ji doza  xweyi  heq  venegerin..
      Lewra  rewşa  kurd, bi vi hali, ku ji maf û hûqûqa  bê par û mahrûmin,  zerara  wê,  ûmmet tev, dikşine, lewra  ev rewşa  kurda ya tewş  ku kurd iro,  tê dene,   sebebê  wêni ewil, dewletê dagerker ku ingliz û Fransa bûn. Lewra van  welat ê kurda  perçekirin  û  sebebê dûyemin jî,  dewlwtê Ereb û Faris û Tirkin,  lewra  dewlet ê van milletan , ev  statûya  xerab,  ji ingliz û fransiza  dewr stendin, iro  dewletê Ereb û Faris  û Tirkan  bi  wekaleta  wan  dewletê dagerker û  di cih ê wan de,  astengiyê didin kurda  û kurda  ji maf ê wani netewî mahrûm  dihêlin, belê ev rewşa  kurda, di bê sebebê ku ev hersi millet jî, pişta  xwe rasnekin, lewra  di her wari de û bi teybetî, di warê siyasî û aborî de, ev rewşa  kurda, bar giranîke, li ser piştawan û gûnehê vê rewşa kurda, di stûyê  her si milletan de ye.
          Lewra  dewletê  van hersi milletan, li ser navê  wan, qerara  didin  û  ji ber ku hebûna  dewletê wan  bi wane.  Gûnehên ku dewletê wan dikin jî,  di deftera  xêr û gûnehên wan de, tê nivisandin lewra,  bê  çawa, irade û şehwet û  şexsiyeta,  kesa  heye,  weha renga,  irade û şehwet  û şexsiyeta  manewi,  ji milleta jî re heye.   irade û şehwet û şexsiyeta manewi, ji milleta re,  dewleta  wan  milleta ye û di dewleta  wan  milleta de xûya  dibê û tê holê û meydanê, li ser  vê qaideî,  gûnehên  van  dewletan,   di  stûyê  milletê wan deye, lewra  ev dewlet  wan milletan  temsil dikin. Di qûran a piroz de  minakê  vê  hadisê hene,  xwedayê mezin, gûnehên dewleta  qewmê  semûd,  xistiye  stûyê milletê semûd û gotiye  milletê semûd,  deva   hz. Salih    pêxember gûrandin. Şerjêkirin. Halbûki  dewleta  millet ê semûd  qerara  şerjêkirina  deva  hz. Salih pêxember dabû  û  zilamê dewletê  şerjêkir. Disa  jî gûneh, ket stûyê hemûyan  û teva  pê ceza xwar û tev, çûn hilakê, lewra  tev , bi vê qerarê razibûn.
      İro  jî, wisaye,  herweki ji dirokê jî, tê zanin  û  li ber çava  jî xûya  dibê , herweki  zûlma ku dewleta  Irakê dikir, bû sebebê felaketê û hat serê milletê Irakê, çi dewleta ku zûlmê bike, bi dawi  cezayê, wê zûlmê vedigerê ser wi milleti,
   Birano….. iro   ji ferzaye ku  milletê ku endam ê ûmmet ê ne, tev, di nav xwe de, mecliski ku temamê  netewa,[qewma} bi edalet, temsil bikê, avabikin û civakên xweyi oli û siyasi û çandi û abori avabikin û her  millet[qewm}ji maf û huqûqa  millet ê di ra, bi hûrmet bin û gerek milletê mûslûman tev, ji dev  dagerkeri û zordesti û  mêjîyê ku fetha  welatê hev ,bikin  berdin û hûrmetê  ji hebûna  hev û huqûqa hev re bigrin..
     Lewra  ger, ûmmet  bixwazê ku hayatek bû rûmet,  berdewam bikê û disa li ser rûyê erdê, bi edalet hûkumran bê, lazime  milletê ku  ûmmeta İslamê ji wan tê holê ji hev re, alikarbin û zûlm û cewrê li hev nekin û li ser  binyatê,{qaide ê} tiştê ku tû, ji xwe re  dixwazê, ji birayê xwe re jî, bixwazên û her milletê mûslûman, refah û hizûr û azadiya ku ji xwe re dixwazin, gerek , ji  milletê ciranê xwe re jî, bixwazin. Dema ev rewş  çê bû, wê alema İslamê, bi hizûr  û refah û edalet û felah û azad be ger  wisa  nemeşin  wê herdem,  nav wan, şer û pevçûn û kuştin û bê edaleti û qital  û tar û mar be. Xwedayê mezin,  edalet û ihtirama  hûqûqa  di nav welat ê islamê bixe û  exlaqê  ku hev, tehemûl  bikin  bi dê wan  aminnn.