• taç perde
  • fuar son
  • elit

Gelo biratiya Ereb Faris û Tirka, bi Kurdan re, bi rastiye? - 1

  • 22 Ocak 2012 14:32
  • A
  • A
Gelo biratiya Ereb Faris û Tirka, bi Kurdan re, bi rastiye? - 1
 
Ji ber ku  em insan tev,  ji bavê me adem in û ji ber ku em misliman tev,  ji umeta  hz.  Mehammed in, em  biran e. Ev biratî, bi avakirina maf û hûqûq û par vekirina mesûliyeta û bi dana mafê azadiyê û ragirtin û bi cih anina wekheviyê  û edaletê tê holê û hebûna  vê  biratîyê, berdewam dikê.
Yek ji birayan,  ew  xêr û bêra ku ji xwe re dixwaze, divê ji birayê  xwe re jî bixwaze û  ew tiştên ku ji  xwe re naxwazê, bila ji birayê xwe re jî,  nexwaze. Ger ne wisa be, idia kirina  biratîyê, ne  birastiye û xeberdaneki pûç û vala ye….. 
    Birano !       
   Xelasbûn azadiya van milletê ku umet ji wan tê holê û hayata wani bi rûmet ger bixwazin ku berdewam be,  ev  rewş,  girêdayi ye, bi  biratîyeki ku ne bi hile û fen fûta be, lazime  ku miletê ku endamê  ummetê ne, biratîya wan û hevrebûna wan û yekitiya wan, li ser binyata ku di maf û hûqûqa da li hev gûhdarbin û ji hev re alikarbin  di warê pêşketina  siyasi, aborî, çandî, ilm û zanyariyê de… 
        Her yek  ji van milletê ku endamê  ûmmet ê ne, gerek xwe li ser piyê xwe bigire, di şert û mercê hayatê de. Lewra  milletê ku ji derd û kul û bê itifaqiya  nav xwe,  xelas ne be, wê herdem  ew xelq, (Milet) bibe wek  hej ê, nav piyê  ummet ê, qewm ê ku ket vê  rewşa tewş, lazime ku  ji terefê qewm ê ku  dibêjin  em birane  ji hev re, di roj a tengasî û frehîyê de, bên alikar kirin û xelas kirin,  ji rewşa  xerab  û teng û zor, lewra  hiqûqa biratîyê ev e,  ger ne wisa be, ew biratîya  ku idia dikin qaşo biratî ye, ne rast e û yekitiya  nav ûmet ê jî, ne mûmkun e…
          Birano! dema  me got ummet, ne ku mana wê  ewe ku her millet,{qawm}lazime ku di bin ala  dewlet kê tenê de bijin, lewra, ji  dirok ê tê zanin û lazim e ku  her qewm,  xwe, di war ê  oli û netewî û siyasî û ilm û aborî çandî de, xwe pêş bixê, heta ku ew millet kari bê xwe li ser piya bigirê û milletên ku umet  ji wan tê holê yên pêşketi jî, ji  barên stûwê wane ku alikarya gelê paşmayî bikin.. da ku gel ê paşmayi jî, kari bin xwe li ser piya  bigrin û hebûna  xwe  berdewam bikin. lewra , ev alikariya nav gel lan, ji  hûqûq ê biratîya  nav gel a{qewma ye} ye. Lewra  di bahwerya  İslamê de, bê çawa  kesên mûmin biran e, disa gelên mûmin jî, biran e.
          Îro em,  li rojhilata navin  dinerin, em dibinîn ku civakên mezin  ku xelqê  Ereb û Faris û Tirk in ku umet  ji wan tê holê, evan  miletan  maf û hûqûq ê ku ji xwe re, dibînin, di warê siyasi û welati û çand û aabori û azadiya netewî de,  wan maf û hûqûqan  ji kurdan re, heq û laiq nabinin. Li gor vê rewşê civaka Kurd, jî van heq û huqûqa ku ew xwedin e, mahrûm û  bê par dimin.
Mesela  xelqê Tirk,{civaka Tirk} iro di tevgera ku zimanê Tirkî, bikin  zimanê cihanî dene û ji bo vê rewşê, civinên olimpiyatî li dardixin û bi vê rewşê iftixar dikin, di mûqabil vê rewşê de, nahêlin ku kurd, zimanê xwe, di her wari de, bi azad,  bi kar binin û bi zimanê xwe perwer de bibinin..
        Ku  em li vê rewşê  dinerin, em dibinin ku idia  kirina  biratîya bi kurda re, nerast tê xûya kirin. Lewra  ji  hûqûqa biratîya  kesa û  gela ne,  ku kesên bira  û gelên bira, tiştên ku ji xwe re dixwazin,  ji birayê xwe re jî bixwazin.
     Xelqê Ereb û Faris û Tirk, xwediyê maf û azadiyê ne.  Lê van  maf û  azadiya  ji kurdan re, pir dibinin û  ew  hersi xelq,  di dewletê  xweyi netewî de bi azad û bi rûmet dijin  û ji huqûqa xweyi neteewî  bê sinor istifade dikin. Ama  ji kurda re, esirtiyê laiq dibinin..{mahrûmiyeta  ji maf û huqûqa wanî netewî}  heta  qebûl nakin ku kurd wek wan,  di welatê xwe de, tev maf û huqûqa netewî  bi azad bijin. Ew her sê Milet,{Ereb û Faris û Tirk} ku endamê ummetê ne, rewşa  mehrûmîyeta   ji huqûqa  neteewî ji kurda re, di ecibibnin…
   Miletê kurd,  gava ku doza  wan  maf û huqûqa ku xaliqê her tiştî ku xwedayê  mezin e, ew zatê ku navê Allah e ku bexşi wan kiriye  doz dikin û ji bo  doz ê mûcadelê dikin û li hember  zordesti û cewr û zûlm a ku di vê riyê de, li wan tê kirin, serhildidin,[dahil de kiliç çekilmez}  di hûndûr de şûr, nayê kişandin. Tê gotin û kurd  rasti vê xeberê  tên û ji kurd a tê xwestin ku  ji doz û dawa xweyi heq, vegerin.