YAZILAR Haber Girişi : 08 Haziran 2010 13:48

Ciziri, "Namûsa Welat" konusunda AZADIYA WELAT'a ropörtaj verdi

Ciziri, "Namûsa Welat" konusunda AZADIYA WELAT'a ropörtaj verdi
AZADIYA WELAT Gazetesi tarafından yayınlanan "Namûsa Welat" konulu yazı dizisinin bu günkü sayısında Kürt Aydın - Yazar Şerefxan Ciziri'nin görüşlerine yer verildi.
AZADIYA WELAT Gazetesi tarafından yayınlanan "Namûsa Welat" konulu yazı dizisinin bu günkü sayısında Kürt Aydın - Yazar Şerefxan Ciziri'nin görüşlerine yer verildi. Kürtçe yapılmış ropörtajda Ciziri görüşlerini açıkça dile getirmiş. AZADIYA WELAT Gazetesi ve Web sitesinde yayınlanmış Ropörtajın şöyle;

 
Namûsa Welat -V-
Rewşenbîrên kurdan divê di warê siyasî de mafê çarenûsa neteweya kurd di ser hemû tiştan re bigirin. Ev maf di ser herêm, malbat, rêxistin û berjewendiyên şexsî re ye. Rewşenbîrên neteweyekî bindest, divê beriya hemû tiştî welatparez bin
 
Namûsa Welat
ŞEREFXAN CIZÎRÎ/Nivîskar

Ev gotina namûsê bi rastî tê gelek wateyan. Wate li gora rewşa berbiçav û dîrokî zelal dibe.
Hemû kes li gorî dîtinên xwe yên li ser dinyayê, ditînên xwe yên li ser siyasetê, gotina namûsê di cih de şîrove dikin. Namûs, helwestgirtineke xweser e. Di vê tevgirêdanê de rastiya me ya dîrokî li ber çavan e. Namûs li gorî dem û rewşa civakî dikare bê guhertin. Etmologiya gelek gotinan weke gotina namûsê pêşde çûye. Tenê dîtinek, tenê ramanek tûne ye di wan mijaran de. Gelek formasyonên cuda hene. Ango tenê wateyek yekserî di van gotinên hanê de tûneye. Ma di felsefe, siyaset, zanyariya cinakî û pirsgirêkên civakî de jî gelek gotinên din ne wisa ne gelo? Ma şik ji vê yekê heye?
Di bingeha xwe de namûs, ji bo neteweyan, kesan, komikan, rêxistinan tê wateya xetên sor. Ango li ser dîtin, raman, pêşniyar, tevdîr, mal, milk, nasname û gavên din î ku netewe û kes qet nikaribin bipejirînin, ev helwestên hanê ji bo wan dibin xetên sor. Heta niha xetên sor wisa hatinê pejirandin. Wisa hatine şîrovekirin û di hişmendiya mirovan de jî cihê xwe wisa girtine.
Namûsa welatan jî têgihiştineke bi vî awahiyê ye. Tiştên ku em tucar nikaribin weke kurd bipejirînin namûsa me ye. Namûs, şerefa welatê me ye, rûmeta zimanê me ye, parastina nasnama me ye…
Ma ne wisa ye?
Bi kurtî, Namûsa Welêt maf û hebûna neteweya me ye! Mafê neteweyên ku li ser rûyê dinyayê hene, çibin, ên kurdan jî ew in.
Ne kêm ne zêde!
Weke hemû kesan em kurd jî dixwazin di welatê xwe de azad bijîn û biryarên xwe bi serbestî bidin.
Ma ku xeta sor û namûsa kurdan ne bi vê yeka hanê destpêbike, dê bi çi yekê destpêbike gelo? Heke ku welat, ziman, nasname li meydanê tune be, wê gavê têkoşîn ji bo çi ye? Ma siyaset tenê ji bo siyasetê ye! Ma siyaset leyîstika zarokan e?
Belê. Bi vê mijarê ve girêdayî henekeke balkêş heye; henek bi kurtî wisa ye:
Dibêjin kurd ketibûn pêşiya kerwanê ereban. Kerwanê wan dişelînin, yek bi yek. Dora şelandinê hatibû serokê kerwên. Pêşî kurdan çekên wî yek bi yek jê standin; xencer, şûr, rim, mertal. Yê ereb bê problem çekên xwe hemû dane kurdan. Malê xwe, deve, hesp û barên wan dîsa bê problem teslîmî kurdan kirin. Bê deng, bê problem, bi kêfxweşî! Elbet tirs jî di meselê de hebû. Ev jî aşkera bû…
Dûre dora şelandinê hate cilan. Egal, derpî, kiras û piştre jî ji yê ereb hatin standin. Dîsa bê problem, bê deng, bê berxwedan. Kurdan di vê navê re dest avêtê ebayê yê ereb jî. Li mirovê ereb wê gavê li ber xwe da, desthilanî û got; eba namûsa min e!
Xeta sor di vê tevgirêdanê de eba yê mirovê ereb bû! Mirovekî ereb, xwedî exlaqekî bedewî namûsa xwe di eba yê xwe de didît. Nirxên wî yên exlaqî wisa forma xwe girtibûn.
Ma gelo neteweya kurd divê namûsa xwe di çi de bibîne?
Bi baweriya min, neteweya kurd li Rojhilata Navîn, divê namûsa netewe û welatê xwe di mafê çarenûsê de bibîne. Namûsa kurdan ji aliyê siyasî de di vî mafî de veşartiye. Ma neteweyên ciranên me dev ji vî mafî berdane ku kurd dev ji vî mafî berdin? Mafê neteweryên ciranê kurdan weke tirk, faris û ereban çibin, divê yê neteweya kurd jî wisa bin. Ji ber ku kurd ji hemû aliyên siyasî û hiqûqî de nabe ku kêmî tu neteweyên dinyayê be. Di vir de prensîba wekheviyê divê bibe bingeh ji bo hemû pêwendiyên civakî, ekonomî û ên kulturî.
Ango kurt û kin û çak, bêguman, xeta sor ji bo kurdan mafê çarenûsê ye!
Bi vê yekê ve girêdayî ev rastiya hanê jî heye; berjewendiyên welatê me di ser berjewendiyên partî, rêxistin û serokan re ne. Ji ber vê yekê ji divê pêşî kurd hevkariyeke û yekitiyeke neteweyî dinava xwe de sazbikin. Bi haweyekî exlaqî ji hevdû re soz bidin ku tucara bi dagirkerên welate xwe re peymanan ku li dijî tevgera Kurdistanê ye girênedin.
Mafê çarenûsa gelê Kurdistanê vê helwestê ji me dixwaze.
Em vê rastiya hanê jî dîsa baş dizanin; wekheviya neteweyî û mafê çarenûs di gelek peymanên navneteweyî de, di deklarasyonên siyasî de, di gelek manîfestoyên kulturî de zelal hatiyê formûle kirin. Lêkolinêran û fîlozofan gelek raman di vê mijarê de afirandine. Ev mafên hanê ji bo hemû netewe û kesan e! Di bingeha xwe de mafê çarenûs yek ji mafê mirovan yê bingehîne.
Hilbet bi vî mafî vê girêdayî yekîtiya neteweya me, ango mafê ku neteweya kurd li rojhilata navîn bibe yek, dewleta xwe ava bike, saziyên xwe bike yek, perwerdeya xwe bike yek, nasnameya xwe eşkere bilev bike, zimanê xwe berbi yekitiyê de bibe. Bê şik ev xalên hanê hemû mafên neteweyî ne. Kurd jî divê weke hemû neteweyan doza mafê xwe yên neteweyî bikin!
Ma bi rastî ev dîtineke maksîmalîst e? Bi baweriya min na!..
Em dikarin dîtinên xwe di vê mijarê de dubarê bikin; Mafên neteweyî ji bo neteweya kurd xetên me yên sor in!
Namûsa siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan bi vê helwestê zelal dibe û dibe watedar. Ya ne goftûgo û nîqaşên siyasî dibin weke qûrqûra beqan! Peyamên sereke têde namînin, helwest bê wate dibin û hişmendiya mirovên kurd jî tevlihev dibe.
Tiştê ku ez dizanim heta niha kesî şîfra qûrqûra beqan analîz nekiriye! Zanyarê mezin ên weke Charles Darwîn jî di mesela qûrqûra beqan de bê deng maye!  Lê helwesta erebê me yê bedewî ku me li jor qala wêna kiribû, em hemû jî dizanin bê ev helwest tê çi wate yê! Ma wateya vê helwestê ne gelekî aşkera ne. Weke ku yê ereb li jor jî gotibû; eba namûs bû, yê kurdan jî mafê çarenûs dibe namûsa wan! Elbet di vê mijarê de divê mirov qala rewşenbîrtiya kurdan jî bike.
Rewşenbîrên kurdan divê di warê siyasî de mafê çarenûsa neteweya kurd di ser hemû tiştan re bigirin. Ev maf di ser herêm, malbat, rêxistin û berjewendiyên şexsî re ye. Rewşenbîrên neteweyekî bindest, divê beriya hemû tiştî welatparez bin. Lê mixabin gelek caran rewşenbîr, li şûna welatpareziyê xweparez dibin, pereparez dibin û ji pîvanên exlaqî dûrdikevin. Bi fêlbaziye, bi dîtin û teoriyên telo melo, bi ronîkirinên pragmatîstî, bi zimançortiyên globalîzmê, bi xulamtiya sermayedarên dinyayê tucara mirovên rewşenbîr ne mafdar in ku mafê çarenûs layiqî neteweya kurd nebînin. Ji ber ku ev maf yê rewşenbîra ne jî!
Rewşenbîr tucara nabe ku bibine weke Meyrema Şikakî!
″Hat Meyrema Şikakî
Her demakê li hawakî
Kofiya wê ji barê gakî!″
Straneke kurdan wiha dihate gotin. Bejin û bala Meyremê, şewq û şemala wêna weke miqnatîzê mirov berbixwe de dikişandin. Lê Meyremê xapînok bû, amintî lê tûne bû, bê bawerî bû. Mirov digot qey ev taybetmendiya vê stranê ji bo gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan hatine gotin. Meyrema ku kofiya wêna ji barê gayekî bû, ne tebût bû, li ser soz û peymanên xwe nedima. Dilê xwe dibijand her tiştî û di dawî de jî bê evîndar dima.
Ma evîna welat ji dilê mirovan bazbida, aqil hêlîna xwe li cem me avaneke, mirov ne xwediyê hinek prensîbên gerdûnî be, wê gavê çi wateya tevgera siyasetê û rewşenbîrtiyê dimîne?
Gotineke kurdan heye; dibêjin, hinek yê nan in û hinek jî yê can in! Gelek rewşenbîr di civata me de tenê bûne yê nan. Heta gelek siyasetmedar jî wisa bûne. Vêca heger rewşenbîrên me tenê bibin yê nan, wê gavê şerefa rewşenbîrtiyê dikeve nava lingan. Siyaset jî dibe weke şano û gel jî tenê lê temaşe dike. Doza ji bo azadiya raman, jiyaneke bi rûmet û nirxên hemdemî wê gavê hemû vala derdikevin.
Kêmasiya herî sereke di nava rewşenbîrên kurdan de qelsiya xweserbûnê ye. Hîna jî rewşenbîrên kurd nebûne hezeke otonom û bandora xwe di nava jiyana civakê de seqa nekirine.
Helwesta wan heta niha jar maye û pisûla wan jî xwaro maro ye!
Di vê tevgirêdanê de gotineke bav û kalên me heye, wilo dibêje; ″Bila bîr be, bila kûr be. Bila rê be, bila dûr be!″
Riya me çikasî dûr be jî, heger rê be, hêja ye ku mirov bide ser. Heta mirinê! Bîra me çikasî kûr be jî, heger av tê de hebe, hêja ye ku mirov li avê bigere! Heta ku mirov avê bibîne!  Ez bi kurtî û bi bawerî dibêjim; welehî, bilehî û tilehî bîra me jî bîr e, riya me jî rê ye! Kurd hewcedarê rewşenbîrên werek in, ji ber ku dema tirsê êdî bi dawî bûye!
Bila rewşenbîr û siyasetmedarên me vê rastiya hanê ji kerema xwe re nenixûmînin…
Ez bixêr û hûn jî silamet! / Kaynak: AZADIYA WELAT WEB SİTESİ